Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erebistana Saûdî Fermana Sêdaredana Sê Endamên DAIŞ'ê Dide


DUBAI- Kenalê televizyona fermî ya Erebistana Saûdî, îro Yekşemê ragihand ku dadgeha dewletê fermana li sêdaredana 3 kesan daye ku têkiliya wan di êrîşa sala 2017an da hebû dema ku li bajarê Jedah du kesan xwe teqandî piştî şer û pevçûnên ligel polîsan.

Hêzên Ewlehiya Saûdî li bajarê Jedah sala 207ê malek dorpêç kirbû û gule berdabûn 2 kesên ku tê texmîn kirin endamên dewleta Îslamê DAIŞ'ê bûn berî ku ew xwe biteqînin.

Dadghê sizayê sêdaredanê li hersê kesan birî û ew bi tawana hilgitina madên teqînê û têkiliya wan ya bi terorê re tawanbar kirin.

Kenalê Al Arabiye yê ku ji aliyê dewleta Saûdî vet ê piştevanî kirin gotiye di sizayê dadgehê da hatiye ku ew kes endamên dewleta Îslamê DAIŞ'ê bûn û plan kirbû ku hêzên ewlekariyê bikuj in.

Sunniyên tundrê ji sala 2014ê û vir ve êrîşên peqînan encam dane piştî ku Rêberê DAIŞê Abu Bakir Al Baxdadî wî demî bang li welatiyên Saûdî kir bû ku dest bi êrîş û peqînan bikin li şûna ku herin Sûriyê û Îraqê.

Berpirsên Saûdî dibêjin, piraniya êrîşan li dij kemaniyên Şîia mezheb yên li welat û hêzên ewlekariyê pêkhatine. Wan kesan ew êrîş encam dan yên ku dilsoziya xwe bo dewleta Îslamê DAIŞ'ê diyar kirbûn yan jî komela tundrê, DAIŞê berpirsyariya êrîşan bi rêya daxuyaniyên online girtbûn ser xwe.

Erebistana Saûdî qexede kirbû ku kes tevlî grûbên çekdar yên derveyî welat bibin, jibo vê armancê zanayên older yên Sunnî destnîşan kirbûn jibo ku karên Dewleta Îslamê DAIŞê şermezar bikin û fermana girtina endamên DAIŞê dabû û beşdarî di derbeyên esmanî da kirbû yên ku koalisyona Navnetewî bi serokatiya Amerîka ya li dij DAIŞ'ê kirbû bo ser bingehên grûba tundrê.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG