Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Obama Serdana Erebistana Saudî Dike


Serokê Amerîka Barack Obama û şanda pêre îro roja Çarşemê bi serdanekê gihan Erebisdtan Saudî û civîn li gel şah Selman şahê Erebistana Saudî encam dan.

Obama di axiftinên xwe yên destpêkê de, jibo rojnamevanan daxuyakirin û got gelê Amerîka silav û spasî hene ji bo gelê Erebistana Saudî, herwiha got, ew gelek kêfxweşin ku Erebistana Saudî malovaniya hilcivîna welatên kendavê dike.

Şah Selman şahê Erebistana Saudî, bi riya wergerî got, ew gelek bi serdana Obama ya Erebistana Saudî di kêfxweşin, hevbedniya di navbera gelê Amerîka û Erebistana Saudî de, hevbendî û heza herdu aliyan e.

Erebistana Saudî malovaniya komcivîna welatên herêmê dike ku, taybete bi şerê li dij terorîzmê û pirsgirêkên bi Îranê re, sibe roja pênşemê ev civîn bi beşdariya welatên weke Îmaratên Erebî yên Yekgirtî, Qatar, Kuwait Oman u Bahrain dê bihê destpêkirin.

XS
SM
MD
LG