Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlamenterê CHP’ê yê Stenbolê Erden Erdem Hate Girtin


Parlamenterê Partîya Gel ya Komarî (CHP) yê Stenbolê Erden Erdem, ku do şev li Stenbolê hatibû binçav kirin, îro hate girtin.

Erdem bi îdiaya ku tomarên deng yên naqanûnî belav kirine û herwiha "piştgirîkirina rêxistina terorîstî û bi dilxwazî alîkarîdayîna wê rêxistinê", "eşkerekirina dîdevanê veşartî" û "binpêkirina nepênîbûna lêpirsînê" hate girtin.

Dozgerîya Stenbolê jiber îdiayên jorîn ji 9,5 heta 22 sal cezayê zindanê ji Erdem re dixwaze.

Dozgerî bi sedema ku Erdem dikare bireve dervayê welêt daxwaza girtina wî kir û dadgehê jî ew daxwaz pejirand û biryara girtina wî da.

Erdem yek ji parlamenterên herî aktîf yê CHP’ê bû, lê berî hilbijartinên dawî nehatibû berbijar kirin. Bi dawîbûna parlamenterîya Erdem, destlênedana wî ya parlamenterî jî hate rakirin p ew niha rûbirûyê cezayên giran e.

XS
SM
MD
LG