Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Polîsên Stenbolê Şeva Borî Avêtin Ser Mala Eren Keskîn


Li Stenbolê polîsan şêva Sêşemê avêtin ser mala Hevseroka Giştî ya Komala Mafê Mirovan (IHD) Eren Keskîn.

Di dema serdegirtinê de Keskîn ne li mala xwe bû. Polîsan piştî lêgerînê, ji malê derketin.

Keskîn dîyar kir ku polîsan bi rêya telefonê ji wê xwestin ku ev here Navenda Tekoşîna Dijî Terorê (TEM)

“Ez jî nizanim çima gazî min kirin. Ez naxwazim herim Navenda Tekoşîna Dijî Terorê. Dixwazim bi rêya parêzerê xwe îfade bidim dozgerîyê. Ez bawer dikim ku dibe ku jiber parvekirinên medya civakî be.”

Keskîn piştî vê axaftinê çû dadgeha Kartalê û li wir jiber parvekirinên medya civakî bi tawana “propagandaya rêxistina terorî” îfade da û dû re hat berdan.

Hêjayî birxistinê ye heta niha di derbarê Keskin de pirtir ji 140 doz hatine vekirin û gelek ji van dozan hîn berdewam dikin.

MEB_23_10_2019_IHD_Eren_Keskin
please wait

No media source currently available

0:00 0:01:06 0:00


XS
SM
MD
LG