Ajansa nûçeyan SANA ya dewleta Sûrîyê îroja Pêncşemê ragihand ku di encama êrîşekê dijî otobuseke de 10 karkerên petrolê hatine kuştin û yek karker jî birîndar bû.
Ajansa SANA'yê da zanîn ku êrîş li herema gundewarê rojhilatê Dêra Zorê pêk hatiye.
Hevdem, ajansê destnîşan kir ku karkerên hatine kuştin li qada petrolê ya bi navê el- Xerata dixebitîn.