Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Rojhilata Efrînê Şerên Dijwar Diqewimin


Şervanên YPGê li Efrînê sînor diparêzin
Şervanên YPGê li Efrînê sînor diparêzin

Artêşa Tirk û komên tundrê yên li bajarê Ezaz û Marê bi cih bûne ji do ve gundên bajarokê Şera û Şêrewa yên Efrînê û gundên Herêma Şehba bi dijwarî topbaran dikin.

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Artêşa Şoreşgeran (Ceyş el-Suwar) bersîva van êrîşan didin û herêmên topbaran jê tê, armanc dikin.

Topbarana komên tundrê ku ta amadekirina vê raportê didome, bi dehan top û muşekan gundên Qitmê, Qestel Cindo, Çîyayê Persaya, Tinib, Enab û Cilbirê armanc kirin û di encamê de zararên madî çêbûn.

Îro jî danê nîvro, komên tundrê derîyê derbazbûna penaberan yê nêzî gundê Qitmê û kampa Şehba ya penaberan li gundê Kiştiarê topbaran kirin.

Rêvebirîya Asayîşa Efrînê, jiber êrîşan biryara girtina demkî ya derî da û penaber veguhestin cihên ewle.

Hêjayî gotinê ye ku komên tundrê yên li başûr û rojhilat Efrînê bi cih bûne, rojane gundên bajarokên Şera, Şêrewa û Cindirêsê Ii Efrînê û gundên rizgarkirî li Herêma Şehba bi çekên giran armanc dikin û hewil didin ku herêmê bibin.

NR_6_19_topbaran
please wait

No media source currently available

0:00 0:01:45 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG