Li Jacksonville ya Florîda êrîşvanekî li saloneke lîstikan gule reşand û du kes kes kuştin.
Erîşvan piştre bi heman çekî xwe kuşt. Di êrîşê de 11kesên din jî birîndar bûn.
Berpirsê Ewlekarîya Jackdonville Mike Williams da zanîn ku êrîşvan 24 salî ye û ji Baltimore ya nêzîkî Washingtonê ye.
Karbidestên ewlekarîyê vekolînên ser êrîşê didomînin.
Di meha Sibatê de, li Parkland ya Florîda êrîşeke çekdarî pêk hatibû û piştre ser qanûnên çekan nîqaş destpê kiribûn.
Du salên berê jî li Orlando ya Florîda dijî klubeke êrîşeke çekdarî li dar ketibû û 49 kes hatibûn kuştin.