Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îstixbaratên Fransa û Brîtanya Dibêjin ku Êrîşvanê Manchesterê Çûye Sûrîyê û Hatîye


Polîsên Brîtanî li nêzî cîhê peqînê
Polîsên Brîtanî li nêzî cîhê peqînê

Wezîrê Karên Navxweyî yên Fransa Gerard Collomb dîyar kir ku li gor agahîyên ku vekolînerên Brîtanî dane wî, êrîşvanê gumanbar yê peqîna Manchesterê çûye Sûrîyê û hatîye.

Karbidestên ewlekarîya Brîtanî do Sêşemê ragihandibûn ku gumanbarê êrîşa ku 22 tê de hatibûn kuştin Salman Abedî yê 22 salî ye.

"Îro ro em tenê tiştên ku vekolînerên Brîtanî ji me re gotine dizanin ku êrîşvanê Brîtanî bi eslê xwe ji Lîbya ye, piştî serdaneke li Lîbya û herhal Sûrîyê bûye mîlitanekî tundrê û biryara vê êrîşê daye" Collomb ji BFM TV re got.

Ser pirsa "Hûn ji kû dizanin ku Abedî çûye Sûrîyê?", Colllomb got ku îstixbarata Fransî û Brîtanî ew agahîya bi dest xistîye.

Collomb bi berdewamî dîyar kir ku hîn ne eşkere ye ku Abedî êrîş bi tenê bi rêve birîye yan bi hin kesên din re, lê wî da zanîn ku peywendîya êrîşvan ya bi DAIŞ'ê re hatîye îspat kirin.

XS
SM
MD
LG