Reuters’ê ragihand ku li Kabul ya Afganistanê dijî konvoyeke NATO êrîşeke xwekuj pêk hat.
Di êrîşa ku li nêzî Balyozxaneya Amerîka ya li Afganistanê qewimî de, 8 sîvîl mirin û 25 jî birîndar bûn.
Bi êrîşê, wesayîteke zirxî û gelek wesayîtên din yên wê kêlîyê li rê bûn zararên mezin dîtin.
Fermandarê Amerîka yê li Afganistanê Bill Salvin dîyar kir ku di êrîşê de, 3 karmendên balyozxaneya Amerîkî jî birîndar bûne.
Salvin da zanîn ku wesayîtên wan yên zirxî dijî êrîşên bombeyî saxlem in ku piranîya wan zarar nedîtine û vegerîyane avahîya balyozxaneyê.
Berpirsîya êrîşê hîn ti rêxistin negirtîye ser xwe, lê Talîban’ê ragihandibû ku ewê di mehên biharê de li dijî hêzên bîyan êrîşan li dar xîne.