Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Êrîşeke Xwekujî de 15 Kes li Nîjerya Hatin Kuştin


Reuters’ê îro Sêşemê ragihand ku li mizgefteke Mubî ya eyaleta Adamawa ya li bakurê rojhilata Nîjerya êrîşeke xwekujî hatiye li dar xistin.

Di êrîşê de 15 kes hatin kuştin û bi dehan kesên din jî birîndar bûn.

Jêderên ewlekarîya Nîjerya dîyar kir ku êrîşvan 17 salî ye û dema gel bo nimêja sibê diçûye mizgeftê êrîş hatiye li dar xistin.

Boko Haram ku li Nîjerya rêvebirîya şerîatê dixwaze di sala 2014’an de kontrola eyaleta Adamawa bi dest xwe xistibû. Rêxistina tundrê di serê 2015’an de ji Adamawa hatibû derxistin.

Boko Haram di sala 2015’an de ragihandibû ku girêdayî Dewleta Îslamî (DAIŞ) ye.

Berpirsîya êrîşê hîn ti rêxistin negirtiye ser xwe.

XS
SM
MD
LG