Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Êrîşa Mûşekî ya Rûsya ya de 25 Ukraynî Hatine Kuştin


Piştî êrîşa mûşekî ya hêzên Rûsî, dîmeneke ji stasyona trenê ya li bajarokê Chaplyne, li Ukrayna 25,Tebax,2022
Piştî êrîşa mûşekî ya hêzên Rûsî, dîmeneke ji stasyona trenê ya li bajarokê Chaplyne, li Ukrayna 25,Tebax,2022

Ukrayna îro Pencşemê ragihand ku hêzên Rûsî bi mûşekan êrîş birine ser stasyoneke trenê û taxekî niştecbûnê yên li bajarokê Chaplyne, li rojhilatê Ukrayna.

Karbidestên Ukraynî dîyar kirin ku di êrîşa ser stasyoneka trenê de 25 sivîl hatine kuştin û gelek kes jî birîndar bûne.

Serokê Ukrayna Vlodomyr Zelenskyy di gorata vîdyoyî ya bo Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) de di derbarê êrîşê agahî da û wiha got:
"Chaplyne êşa me ya îro ye. "

Zelenskyy bi berdewamî anî ziman ku Ukrayna wê ji Rûsya jiber her tiştê ku kiriye hesaban bipirse.

Wezîrê berevanîyê yê Rûsya Sergei Shoigu jî ser pirsan rojnamevanan got ku êrîşkirina stasyona trenê armancek rewa ye jiber ku ew bi çekên rojavayî xizmet dide hêzên Ukrayna.

Wezîr Shoigu gotara Moskowê ku ew êrîşê sivîl nakin dubare kir û got ku Rûsya "operasyona leşkerî ya taybet" ya li Ukrayna bi zanebûn pir hedî dimeşîne da ku pêşî li ber ziyanên canî yên sivîl bigire.

Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken jiber êrîşê li ser Twitterê peyameke weşand û wiha got:

"Êrîşa mûşekî ya Rûsya ya ser stasyona trenê ya ku tijî sivîl bûn li Ukrayna kiryarekî hovane ye. Emê bi hevkarên xwe yên ji çar aliyê cîhanê re berdewam bin ku li gel Ukrayna bisekinin û ji karbidestên Rûsya hesaban bipirsin."

Karbidestê herêmê Vyshgorod, Olexiy Kuleba jî ragihand ku herêma ku li bakurê Kîevê ye rastî êrişa bi roketan hatiye, lê ti ziyanên canî çênebûye.

Herwiha hat ragihandin ku hêzên Rûsî bi êrîşên mûşekî û topbarananbajarên eniya şer, wek Kharkiv, Mykolaiv, Nikopol û Dnipro armanc kirine.

Hejayê gotinê ye ku serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy roja Duşemê ser êrîşên nû yên Rûsya hişyarî dabû û gotibû ku dibe ku Rûsya di salvegera 31’an ya serxwebûna Ukrayna roja Çarşemê de êrîşên tundtir pêk bîne.

XS
SM
MD
LG