Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sûrîye Dibêje Êrîşên Esmanî yên Amerîkî Bû Sedema Mirinan


Reuters’ê ji zarê jêderêkî hikûmeta Sûrîyê ragihand ku Amerîka do Pêncşemê bi şev dereng, êrîşeke esmanî birîye ser navendeke leşkerî ya çekdarên ku Şam piştgirîya wan dike.

Jêdera hikûmetê dîyar kir ku bi êrîşê jimarek kes hatine kuştin û zarara madî çêbûye. Heman çavkanîyê da zanîn ku Amerîka, bi van êrîşên esmanî dixwaze ji hêza hikûmeta Sûrîyê û hevkarên wê yên li dijî DAIŞ’ê şer dikin re astengîyan çêke.

Li başûrê Sûrîyê piştî ku çekdarên ku hikûmeta Sûrîyê piştgirîya wan dike giheştibûn nêzî bingeheke leşkerî ya el-Tanf, ku ji alîyê leşkerên Amerîkî û serhildayên Sûrî ve tê karanîn, Amerîka êrîş biribû ser wan.

Karbidestên Amerîkî dîyar kiribûn ku wan êrîş jibo berevanîya xwe li dar xistîye.

Berpirsekî serhildayên Sûrî jî ji Reuters’ê re da zanîn ku bi çekdarên ku Sûrîye û Îran piştgirîya wan dikin re, dema ew giheştine bingeha Tanf şer kirine.

Rûsya, ku hevalbendê Sûrîyê ye, îro Înê ser êrîşe esmanî got ku sîvîl hatine armanc kirin ku bi ti awayî nayê qebûl kirin.

XS
SM
MD
LG