Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mark Toner: Êrîşên Tirkîyê Jîyana Leşkerên Amerîkî Xist Metirsîyê


Mark Toner
Mark Toner

Cîgirê Berdevkê Wezareta Karên Derve yên Amerîka Mark Toner, ser êrîşên Tirkîyê yên li Îraq û Sûrîyê got ku jîyana leşkerên Amerîkî xistîye metirsîyê.

Toner, di brîfînga rojane de da zanîn ku ew jiber operasyonên Tirkîyê ketine fikarên kûr.

‘’Tirkîyê him operasyonên xwe bi koalîsyonê re koordîne nekir him jî leşkerên Amerîkî yên li wan hereman in xist rîskê’’ Toner got.

Toner bi berdewamî dîyar kir ku ew hizrên Tirkîyê yên derbarê Yekîneyên Parastian Gel (YPG) fehm dikin, lê rast nabînin.

Karbidestên YPG’ê bang li koalîsyona bi pêşengîya Amerîka kiribûn ku erka xwe li dijî êrîşên esmanî yên Tirkîyê bîne cîh.

XS
SM
MD
LG