Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reuters: Êrîşvanekî bi Kêr li Dêreke Fransa Du Kes Kuştin


Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku li dêreke bajarê Nice ya Fransa, êrîşvanekî bi kêr du kes kuştine û jimareke kesên din jî birînda kirine.

Bajarvanê Nice Christian Estrosi ji Twitterê dîyar kir ku êrîş li hindur yan jî nêzî Dêra Notre Dame li dar ketiye û da zanîn ku polîsan êrîşvan girtiye.

Polîsan dîyar kir ku bi kêmî ve du kes di êrîşa bi kêr de hatine kuştin.

Parlamanterê herêma Alpes – Maritimes Eric Ciotti da zanîn ku ew wê êrîşê wek êrîşeke terorî dibînin.

Êrîşvanekî bi eslê xwe Çeçen, di rojên borî de li Parîs ya paytext, serê Samuel Paty yê di dersa azadîya beyanê de karîkaturên Mihemedê Pêxember nîşan dabû, jê kiribû.

Hîn zelal nebûye ku ti peywendîya li Nice bi wan karîkaturan re heye yan ne.

XS
SM
MD
LG