Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ermenistan Dibêje Leşkerekî Wê ji Hêla Azerbaycanê Hate Kuştin


Wezerata Berevanî ya Ermenistanê ragihand ku leşkerekî wê bi êrîşeke ji hêla Azerbaycanê leşkerî wan hate kuştin.

Azerbaycanê jî da zanîn ku berê Ermenistanê bi çekên giran û segvanan êrîş li dar xistine.

Jêderên serbixwe didin zanîn ku agirbesta di navbera Ermenistan û Azerbaycanê de, di 24 saetên dawî de bi dehan caran hatiye binpê kirin.

Ew du hefte ne pevçûnên li sînorê Ermenistan û Azerbaycanê jinûve gur bûne ku ji sala 2016’an vir ve yên herî giran in.

Daxuyanîyên fermî raber dikin ku di pevçûnan de ji her du alîyan heta niha 19 kes hatine kuştin.

Rûsya û welatên rojava bang li Ermenistan û Azerbaycanê dikin ku bi aramî tevbigerin.

Ermenistan û Azerbaycanê her çiqas di sala 1994an de agirbest îmza kirine jî her du alî jiber mafên serwerîyê yên li herêma Qarabax û sînorên hevdu pev diçin.
XS
SM
MD
LG