Berdevika wezareta berevanî ya Ermenistanê Shushan Stepanyan ragihand ku jeteke F-16 ya Tirkîyê firokeke wan ya SU-25 îro Sêşemê li ser axa Ermenistanê anî xwarê.
Stepanyan, ji ser hesabê xwe yê Facebookê got ku pîlotê firoka wan di êrîşê de hate kuştin.
Ermenistanê û Azerbaycanê ji hefteya borî vir ve jiber Qarabaxa Çîyayî di şer de ne. Tevî ku li gor çerçoveya qanûnên navnetewî, Qarabax beşek ji Azerbaycanê tê nasîn jî Ermenîyên etnîkî yên ku piranîya nifûsê pêk tînin, desthilatdarîya Azerîyan red dikin.
Herem bi belavbûna Yekîtîya Sovyetê ya 1991'an de ji Azerbaycanê veqetîya û ji wê demê vir ve bi piştgirîya Ermenistanê karên xwe bi xwe rêve dibe.
Her çend her du welatan di 1994'an de agirbesteke îmza kirin jî, Azerbaycan û Ermenistan pir caran hevdu bi êrişên li derdora Qarabaxê û li ser sînorê Azerbaycanê-Ermenistanê tawanbar dikin.