Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ermenîstan ji Rûsya Dixwaze Bingeheke Leşkerî li Nêzî Sînorê Azerbaycanê Ava Bike


Li Nagorno-Qarabax hêzên parastina aştîyê yên Rûsî
Li Nagorno-Qarabax hêzên parastina aştîyê yên Rûsî

Wezîrê Berevanîya Ermenîstanê Vagharshak Harutyunyan îro Duşemê ragihand ku Ermenîstan dê pêşwazîya berfirehkirina bingehek leşkerî ya Rûsî li ser axa xwe û jinûve bicîkkirina hin hêzên Rûsî nêzî sînorê xwe yê bi Azerbaycanê re, bike.

"Mijara berferehkirin û xurtkirina bingeha leşkerî ya Rûsî li ser axa Ermenîstanê her gav di rojevê de bû," Harutyunyan got.

Harutyunyan di derbarê plansazîyên bo berfirehbûnê agahdarî neda.

Sîyasetvanên opozîsyona Ermenîstanê jibo afirandina bingeheke dudya ya Rûsî li herêma Syunîk ya li başûrê welat, bang dikirin.

Herêma Syunîk, di navbera Azerbaycan û herema xweser yaherema xweser Nagorno-Qarabax ya Azerî de cîh digire.

Harutyunyan destnîşan kir ku ew jibo ku Rûsya bi fermî bingeheke leşkerî ya dudya veke, ti hewcedarî nabîne.

Lê, wî got ku her du welat difikirin ku yekînêyeke leşkerî ya ji bingeha heyî ber bi Ermenîstana rojhilat ve, li nêzî sînorê Azerbaycanê, bicîh bikin.

Di navbera Ermenîstanê û Azerbaycanê de, li ser serwerîya herema xweser Nagorno-Qarabax di 27'ê îlona 2020'an de şer dest pê kir û bi hezaran kes jiyana xwe ji dest da.

Azerbaycanê, di şere ku bo şeş hefteyan berdewam kir de gelek erdên li herema Nagorno-Qarabax û derdora wê, bi dest xist.

Şerê di navbera her du welatan de di 10'ê Mijdarê de bi peymana agirbestê ya bi navbeynkariya Rûsî bi dawî bû .

Hêzên parastina aştîyê yên Rûsî li wê heremê hatine bicîhkirî ne, û bi peymana berevanîyê ya fermî ya bi Ermenîstanê re, Rûsya li bajarê Gyumrî ya nêzî sînorê Tirkîyê bingeheke leşkerî vekirîye.

Tê pêşbînî kirin ku li vê bingehê nêzî 3000 leşker hene.

Hejayê bîrxistinê ye ku Rûsyayê di Mijdarê de dîyar kiribû ku ewê di çarçoveya mîsyona aştîyê de hema hema 2.000 leşkeran bişîne.







XS
SM
MD
LG