Li paytexta Ermenîstanê Yerîvanê îro Şemîyê bi sedan xwepêşanderan daketin kolanan û karvekişandina serokwezîr Nîkol Paşînyan daxwaz kirin.
Xwepêşander, sîyeseta serokwezîr Nîkol Paşînyan ya di derbarê şerê navbera Ermenîstan û Azerbaycanê ya sala borî tawanbar dikin.
Xwepêşanderan di protestoyê de dirûşmên wek 'Nikol xayîn e!',
'Ermenîstana bê Nîkol! ' bi kar anîn piştî bidawîbûna bûyerê hin kolanan navendî girtin.
Di xwepêşandanê de hin rêberên opozîsyona Ermanîstanê axifîn, Paşînyan rexne kirin û karvekişina wî xwestin.
Nîkol Paşînyan dê bi dilxwazî karvekişina xwe dîyar ne, "rêberê opozîsyonê Vazgen Manukyan ji girseya xwepêşanderan re got.
Îshakxan Saghatelyan, sîyasetvanekî opozîsyonê jî ragihand ku wan pirtir xwepêşandanên kolanan jibo roja Duşemê hatiye plan kirin.
Şerê di navbera Azerbaycan û hêzên Ermenî yên li herema Nagorno-Qarabax ya ku di 27'ê îlona 2020'ê de dest pê kir û di 10'ê Mijdarê de bi peymana agirbestê ya bi navbeynkariya Rûsî bi dawî bû .
Dijberên Paşînyan dibêjin ku di şerê şeş heftî ye de jiber reveberîya wî ya neserkeftî Azerbaycanê ax bi dest xistîye û bo vê yekê karvekişandina wî daxwaz dikin.
Paşînyan berpirsîyarîya encama şer qebûl dike, lê dibêje ku ew niha jibo dabînkirina ewlehîya neteweyî û aramkirina Ermenîstana ya nezî bi 3 mîlyon nifûsê, berpirsîyar e.
Ji wê demê vir ve, opozîsyona Ermenîstanê wî protesto dikin û daxwaza karvekişandina wî dikin. Lê, Paşînyan karvekişandinê qabûl nake.