Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Ermenîstanê Bo Dest ji Karkêşana Serokwezîr Gel Dadikeve Kolanan


Xwepêşandaneke dijî serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan
Xwepêşandaneke dijî serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan

Li paytexta Ermenîstanê îro Sêşemê bi armanca destpêkirina kempanyayek bo karvekişandina Serokwezîr Nîkol Paşînyan daketinên kolanan.

Piştî Serokwezîrê Nîkol Paşînyan bi Azerbaycan re peymana agirbestê îmza kir, opozîsyona Ermenîstanê wî protesto dikin û daxwaza karvekişandina wî dikin. Lê, Paşînyan karvekişandinê qabûl nake.

Opozîsyona Ermenîstanê heya îro dem da bû Paşînyan ku ji kar vekişe, piştî dawîbûna vê demê û karnevekişandina wî, bi sedan xwepêşander li kolanên Yerîvanê bi dirûşmên wek 'Xayîn Nîkol' û 'Ermenîstana bê Nîkol' xwepşeşandaneke darxistin.

Paşînyan, ku di şoreşa aştîya Gulana 2018'an de bû desthilatdar bû, meha borî peymana agirbestê ya bi navbeynkariya Rûsî qebûl kir da ku şerê di navbera Azerbaycan û hêzên Ermenî yên li herema Nagorno-Qarabax bidawî bîne.

Dijberên Paşînyan dibêjin ku di şerê şeş heftî ye de jiber reveberîya wî ya neserkeftî Azerbaycanê ax bi dest xistîye û bo vê yekê karvekişandina wî daxwaz dikin.

Paşînyan berpirsîyarîya encama şer qebûl dike, lê dibêje ku ew niha jibo dabînkirina ewlehîya neteweyî û aramkirina Ermenîstana ya nezî bi 3 mîlyon nifûsê, berpirsîyar e.

Îshkhan Saghatelyan, siyasetvanekî opozîsyonê yê partîya Federasyona Şoreşger ya Ermenî, îro Sêşemê di navnîşanek televîzyonî de destpêkirina kempenyaya negohdarkirinê sivîl a hevrêz ragihand. Saghatelyan got "Ji niha heya saet 5'an mafê hemwelatiyên Ermenîstanê heye ku mafê xwe yê çalakîyên aştîyane yên neguhdariyê bikar bînin da ku daxwazîya xwe bînin ziman û xwe bidin bihîstin."

Hezên opozîsyonê dîyar kir ku ew plan dikin ku kolanên li seranserê welêt asteng bikin û heke hewce be tora veguhastina neteweyî bidin rawestandin.

Serokê olî yê Ermenîstanê Karekîn II di daxuyanîyekê de ragihand ku wî bi Paşînyan re hevdîtinek pêk anîye û jê xwestîye ku ji serokwezîrtîyê îstifa bike.Paşînyan, îro li ser xwepêşandanan şîrove nekir.

XS
SM
MD
LG