Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye Êrîşa Ser Ganja Şermezar Dike Û Daxwaza Givaştinê ji Rûsya Dike


Bajarê Ganja, Azerbaijan October 11, 2020.
Bajarê Ganja, Azerbaijan October 11, 2020.

Wezîrê Derve yê Tirkîyê Mevlut Çavuşoglu îro Yekşemê daxwaz ji hevpîşeyê xwe yê Rûs Sergey Lavrov kir da ku Rûsya givaştinan bixin ser Ermenistanê da ku pêgiriyê bi mercên agirbesta Nagorono-Qarabaxê bike ya ku bi alîkariya Rûsya hatbû ragihandin.

Li ser daxwaza serokê Rûsya Vladimir Putin, piştî danûstandinên dirêj yên li Moskow herdu alî lihev hatbûn û pêwîst bû şerê li Nagorno-Qarabaxê bihê rawestandin û agirbest di navbera hêzên Ermenî yên li herêmê û hêzên Azerbayacanî pêk bihata da ku dest bi guhertina kuştî û êxsîrên şer bihata kirin.

Wezareta Derve ya Tirkiyê di daxuaniyekê da êrîşa bi mûşekan ya ji aliyê hêzên Ermenistanê ve li serê sibeya îro Yekşemê bo ser bajarê Ganja duyemîn bajarê herî mezin yê Azerbaycanê pêkhatbû bi tundî şermezar kir.

Nakokî di navbera Ermenistana û Azerbaycanê da piştî şerên 1991 û 1994ê da li herêma Nagorona-Qarabxê dom dikin, ev du hefteye cardî şer li wê herêmê diqewimin û dehan kes ji herdu aliyan hatine kuştin.

XS
SM
MD
LG