Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokwezîrê Ermenistanê Pashinyan Karvekişîna Xwe Ragihandiye


Serokwezîra Ermensitanê Nikol Pashinyan karvekişîna xwe ragihand.

Pashinyan ji Facebookê da zanîn ku ewê heta hilbijartinên pêşwext yên 20’ê Hezîranê wek şûngirê serokwezîr kar bike.

Jiber qanûnên Ermenistanê, bi Pashinyan re hemî wezîrên din jî karvekişîna xwe ragihandin.

Nikol Pashinyan, ku berê rojnamger bû, di sala 2018’an de piştî protestoyên aştîyane desthilata Ermenistanê bi dest xist.

Pashinyan piştî şerê Ermenistan û Azerbaycan ya li Nagorno – Qarabaxê, ku bi serketina Azerbaycanê dawî li cengê hatibû, bi bangên karvekişînê re rûbirû mabû.

Artêşa Ermenistanê di meha Sibatê de karvekişîna Pashinyan xwestibû û wî Serfermandar Onik Gasparyan ji kar dûr xistibû, lê serokomarê welêt Armen Sarkiyas ew biryar red kiribû.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG