Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pêşengê Rikeberîya Ermenistanê Paşînyan Banga Greva Giştî Dike


Pêşengê protestoyên li Ermenistanê Nîkol Paşînyan, jiber ku Partîya Komarî ya li desthilatê di dengdanê de piştgirî nedayê, bo serokwezirîyê nehat hilbijartin.

Paşînyan dîyar kir ku partîya li desthilatê dijî gelê Ermenistanê dest bi cengê kiriye û bang li wî gelî kir ku dest bi greva giştî bike.

Paşînyan, li Kolana Komarê ya li Yerevanê bang li xwepêşandaneran kir ku roja Çarşemê rê bigirin û îstasyonên trenê û firîngehan dorpêç bikin.

Paşînyan da zanîn ku ewê protestoyên wan aştîyane bin û xwest ku polîs jî tevlî çalakîyan bibin.

Jiber protestoyan Serokwezirê Ermenistanê Serj Sarkîsyan karvekişîna xwe dabû. Sarkîsyan deh sal serokomarîya Ermenistanê kiribû.

Li Parlamentoya Ermenistanê 105 endam hene. Paşînyan di dengdanê de tenê 45 deng sitandin.

XS
SM
MD
LG