Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Ermenistanê Xwepêşandanên Dijî Sarkîsyan Didomin


Rikeberîya Ermenistanê protestoyên xwe yên dijî serokomarê berê yê Ermenistanê Serj Sarkîsyan, ku serokwezîrîya wî jî hat pejirandin, di roja 7’an de didomîne.

Ajansa AFP’ê ragihand ku bi sedan xwepêşandaner derîyên avahîyên hikûmetê yên li Yerevanê girtine. AFP’ê da zanîn ku polîsan bi bombeyên deng mudaxaleyî xwepêşandaneran kiriye û bi dehan kes desteser kirine.

Slogana xwepêşandaneran, ku bi banga rêberê rikeberîyê Nikol Paşinyan daketine sûkan, ‘’Bila Sarkîsyan nebe serokwezîr’’ bû.

Parlamento, tevî protestoyan jî pêr Sêşemê serokwezîrîya Sarkîsyan pejirand.

Paşinyan, di axaftina xwe ya li Yerevanê de dîyar kir ku li Ermenistanê ‘’şoreşa qedîfe ya aştîyane’’ destpê kiriye.

Sarkisyan yê 63 salî, di sala 2008’an de bûbû serokwezîrê Ermenistanê. Piştî seroktîya du dewran, Sarkîsyan karvekişîna xwe dabû û ji alîyê partîya desthilatê ve bo serokwezîrîyê hatibû berbijar kirin.

Di dema berendamîya Sarkîsyan de, di qanûna bingehîn ya Ermenistanê de hin guherîn hatibûn çêkirin û desthilata berfireh ketibû kontrola serokwezîr.

XS
SM
MD
LG