Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Esad: Çareserîya Kêşeya Sûrî ligel Piştevanên Terorê Nabe


Serokê Sûrîyê Beşar Esad dibêje, divê hemî bizavên ser Sûrîyê, jibo dawîkirina şerê navxweyî be, lê çareserî ligel wan kesên ku “piştgirîya terorê dikin” pêk nayê.

Karbidestên Sûrî peyîva “terorê”, şervanên serhilda jî nav de jibo kesên dijberên hikûmetê bi kar tînin.

Esad di hevpeyvîneke bi televîzyona Al-Manar de dîyar kir ku pêdivî ye hikûmetên ku dijî Sûrîyê kar dikin, bêne sekinandin.

Wî rexne li Amerîka kir ku piştgirî dide serhildayan û got ku bawerî bi nêrînên rêberên serhildayan nabe.

Esad pesna hevalbenda xwe Rûsya da ku hewil dide peyvajoya aşîyê jinûve bivejîne.

XS
SM
MD
LG