Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sûrîyê Îdia Dike ku Koalîsyonê li Embareke Kîmyayî ya DAIŞ'ê Xistiye


Reuters'ê îro Pêncşemê ji zarê Artêşa Sûrîyê ragihand ku koalîsyona ku Amerîka pêşengîya wê dike, do bi şev erîşên esmanî birine ser depoyên gazê yên DAIŞ'ê.

Artêşa da zanîn ku bi gazên jahrîn yên wê depoyê, sîvîl jî di nav de, bi sedan kes hatine kuştin.

Kanala dewleta Sûrîyê dîyar kir ku depoya gazê nîşan dide ku çekdarên DAIŞ û el-Qaydê çekên kîmyayî bi kar tînin.

Heta niha ti sazî yan dewlet êrîşa do şev piştrast nekiriye.

XS
SM
MD
LG