Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Esad Efû Pêşkeşî Serhildayan Dike û Korîdora Mirovahî li Helebê Vedike


Zarokekî Sûrî li Helebê
Zarokekî Sûrî li Helebê

Serokê Sûrî Beşar Esad îro Pêncşemê ragihand ku serhildayên ku di nav sê mehên pêş de çekên xwe teslîmî karbidestan bikin, wê bêne efû kirin.

Bilî pêşnîyara lêborînê, Wezîrê Berevanî yê Rûsya Sergei Shoigu got ku Rûsya û hikûmeta Sûrî li dora Helebê wê korîdorên mirovahî vekin.

Shoigu da zanîn ku yek ji wan korîdoran bo sîvîlan, yekê din bo serhildayên ku dixwazin çek berdin û ya din jî bo wan serhildayan e ku dixwazin bi çekên xwe birevin.

Shoigu herwiha got, bilî korîdorên mirovahîyê navandên xwarin û alîkarîya saxlamî jîli dervayê Helebê bêne danan.

XS
SM
MD
LG