Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Beşar Esad Piştî Şerê Navxweyî yê Sûrîyê Cara Pêşî Serdana Îranê Kir


Serokê Sûrîyê Beşar Esad li Tehranê serdana Serokomarê Îranê Hasan Ruhanî û rêberê dînî yê wî welatî Ayetulah Alî Xamaney kir.

Piştî destpêka şerê navxweyî yê Sûrîyê, cara pêşî çû Îranê.

Esad, ku kêm caran ji welatê xwe derkeve, di serdanên borî de çûbû Rûsya.

Rûsya û Îran, alîgirên pêş yên rejîma Esad in.

Medya fermî ya Sûrîyê ragihand ku Esad bo Ruhanî û Xamaney spasîyên xwe pêşkeş kirine û wan biryar daye ku hevkarîyê bi her awayî bidomînin

XS
SM
MD
LG