Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîl: Di Destê Esad de bi Tonan Çekên Kîmyayî Hene


Qurbanîyên êrîşa Xan Şêxûnê
Qurbanîyên êrîşa Xan Şêxûnê

Reuters'ê ji zarê jêderên leşkerî yên Îsraîlê dîyar kir ku di destê Serokê Sûrîyê Beşar Esad de bi tonan çekên kîmyayî hene.

Wek gelek dewletên din, Îsraîl jî Esad bi êrîşên kîmyayî tawanbar dike.

Jêderekî leşkerî yê ku jiber qanûnên Îsraîlê nexwest navê xwe eşkere bike, da zanîn ku di dest Esad de heta 3 ton çekên kîmyayî hene.

Sûrîyê di sala 2013'an de, li gor peymaneke bi Amerîka û Rusya re, ragihandibû ku ewê hemî çekên xwe yên kîmyayî ji holê rake.

Di êrîşeke kîmyayî ya gumankirî de li Xan Şêxûn ya Îdlibê dora 90 kes hatibûn kuştin ku Amerîka û welatên Ewrupî, Esad bi karanîna çekên kîmyayî tawanbar kiribûn.

Wezîrê Berevanî yê Îsraîlê Avigdor Lieberman gotibû ku ew sed ji sedê bawer e ku Esad fermana êrîşa Xan Şêxûnê daye û wî birêve birîye, lê wî ti hûrgilî ser agahîyê nedabû.

XS
SM
MD
LG