Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Esad, Îsraîlê bi ''Qurebûn''ê Tawanbar Dike


Serokê Sûrîyê Beşar Esad, ser firoka Rûsya ya li Derya Sipî ketibû ji Serokê Rûsya Vladimir Putin re peyameke sersaxîyê şand.

Ajansa fermî ya Sûrîyê, SANA ragihand ku Esad dîyar dike ku berpirsê ketina firokê Îsraîl e û dide zanîn ku ew ‘’bûyera xirab encama quretîya Îsraîlê ye’’

Esad got ku ‘’bûyerên wisa trajîk rê li ber têkoşîna Rûsya ya dijî terorê nagire’’

Artêşa Îsraîlê dijî Sûrîyê êrîş pêk anîbû û di heman demê de peywendîya bi firoka Rûs re, ku têde 15 leşker hebûn, qut bûbû.

Artêşa Sûrîyê dîyar kiribû ku hêzên esmanî xwestine êrîş bibin ser firokên Îsraîlê, lê bi şaşî firoka Rûsî anîye xwarê.

Rûsya û Sûrîyê ser bûyerê Îsraîlê tawanbar dikin, lê Îsraîl tawanbarkirinan red dike.

XS
SM
MD
LG