Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Lavrov: Rûsya Daxwaza Berdana Desthiltê ji Esad Nekiriye


Wezîrê Derve yê Rûsya Dergei Lavrov îdiayên ser Serokê Sûrî Beşar Esad red dike ku Moskow ji wî xwestiye ku desthilatê berde û li Rûsya wek penaberê sîyasî bijî.

Lavrov dijberîya xwe li ser raportên hefteya borî nîşan da ku dibêjin serokê îstixbarata Rûsî çû Şam ku Esad qane bike.

“Bê wate ye ku rêwîtîyeke wiha bê kirin. Esad payîza borî serdana Moskow kir û ligel Serok Vladimir Putin bi dirêjî rûnişt. Ne kesekî daxwaza penaberîya sîyas kir, ne jî kesekî tiştekî wiha pêşnîyar kir.”

Lavrov bi berdewamî got ku Esad soz daye Putin, ku komên çekdar jî nav de, di danûstandinên aştîyê de cîh bigire û bi opozîsyonê re biaxife.

XS
SM
MD
LG