Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hikûmeta Sûrî Bang li NY Dike ku Hêzên Tirk ji Nav Axa Sûrîyê Derxîne


Hikmeta Sûrî îro Înê bang li Neteweyên Yekbûyî kir ku giwaştin li ser Tirkîyê bike ku hêzên xwe yên dagirker ji nav axa Sûrîyê derxîne.

Reuters ji zarê ajansa SANA ya dewleta Sûrî ragihand ku artêşa Tirk bi topan êrîş bir ser hêzên hikûmeta Sûrî û hevalbendên wê û bû sedema kuştin û birîndarkirinan.

Wezareta Derve ya Sûrî bang li Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî û Civata Ewlekarîyê kir ku “zorê bide ser Tirkîyê ku hêzên xwe yên dagirker ji Sûrîyê derxîne û dawî li êrîşan bîne”.

Ajansa dewletê bi berdewamî ragihand ku hikûmeta Sûrî Tirkîyê bi kuştina bi deh hezaran kesên bêguneh û wêrankirina binesazîyên Sûrîyê tawanbar dike.

Tirkîyê di meha Tebaxê de dest bi operasyona nav axa Sûrîyê kiribû û bi topan û êrîşên esmanî li dijî DAIŞ’ê û Kurdên Sûrîyê şer dike.

Bakurê Sûrîyê di demên dawî de bûye qada şerên piralî. Hikûmeta Sûrî bi piştgirîya Rûsan, serhilda bi piştgirîya Tirkan û Hêzên Sûrîya Demokratîk ji bi piştevanîya Amerîka dijî DAIŞ’ê şerên cûda dikin.

XS
SM
MD
LG