Serokê Sûrîyê Beşar Esad dîyar kir ku kiryarên welatên rojava ewê bêistîqrarîya li herêmê kûrtir bike.
Esad ji kanala dewletê ya Sûrîyê re da zanîn ku welatên rojava dixwazin ‘’rê li ber serkeftina wan bigirin’’
‘’Piştî her serkeftina me welatên rojava dengê xwe bilind dikin û dixwazin astengîyan çêkin. Ew dengên wisa dê tenê bêîstiqrarîya li herêmê kûrtir bike û dijî aştî ewlekarîya navneteweyî bibe gef’’ Esad got.
Amerîka û hevalbendên wê jiber îdiayên êrîşa kîmyayî ya li Gutaya Rojhilat ser bersîvdaneke bo Sûrîyê danûstandinan dikin.