Serokê Sûriyê Beşar Esad di hilbijartinan 95,1 ji sedê dengan sitand û bo dewra xwe ya çaran bi ser ket.
Opozîsyona Sûrîyê û welatên rojava dibêjin ku di hilbijartinan de sextekarî çêbûye.
Meclîsa Gel ya Sûrîyê ragihand ku beşdarîya bo hilbijartinê 78 ji sedê bûye û dîyar kir ku 14 mîlyon welatîyên Sûrîyê çûne ser sindoqan.
Neteweyên Yekbûyî (NY) xwestibû ku hilbijartin bi çavdêrîya karbidestên we li dar keve û bi wê rêka çareserîya sîyasî û qanûneke bingehîn vebe.
Beşar Esad ji Facebookê spasîya welatîyên Sûrîyê kir. ‘’Bo siberoja zarok û ciwanên Sûrîyê em ji sibê pê ve dest bi xebatên xwe yên ser avakirina welêt û hêvîyan bikin.’’ Esad nivîsî.
Esad li hember Abdulah Salum Abdulah, ku berê cîgirê wezîrê kabîneyê bû, û partîya opozîsyonê ya fermî Mahmud Ahmed Muri ket hilbijartinê.
Muri di hilbijartinê de 3,3 ji sedê dengan wergirt û Salum jî 1,5 ji sedê dengan.
Bi encama hilbijartinê re Esad dikare 7 salên din li desthilatê bimîne ku û bi vî awayî mala wan 60 salan li desthilatê dimîne.
Bavê Beşar Esad, Hafiz Esad heta ku di sala 2000’î de canê xwe ji dest dabû, 30 salî li desthilata Sûrîyê mabû.