Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Esad: Emê Hember Toleyên Amerîkî Peywendîyên ligel Rûsya Firehtir Bikin


Esad, Cîgirê Serokê Rûsya Yuri Borisov û Wezîrê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov

Serokê Sûrîyê Beşar Esad îro Duşemê dîyar kir ku bo ew bandora toleyên Amerîka pûç bin divê ew peywendîyên kar yên bi Rûsya re berfirehtir bikin.

Esad ew gotin piştî li Şamê bi Cîgirê Serokê Rûsya Yuri Borisov û Wezîrê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov re kom bû, kir.

Lavrov di preskonferansê de da zanîn ku bo jinûve avakirina aborîya Sûrîyê piştgirîya navneteweyî hewce ye.

Yuri Borisov jî dîyar kir ku Rûsya bo çêkirina navendên enerjî yên Sûrîyê alîkarîya wî welatî dike, lê jiber ku bîrên petrolê li herêmên ne di bin kontrola hikûmetê de bo wan nikarin alîkarîyê bidinê.

Borisov got ku ew dixwazin ku bi alîkarîya bo Sûrîyê toleyên Amerîka yên dijî wî welatî pûç bikin.

Wî dîyar kir ku bo ew peywendîyên di navbera Rûsya û Sûrîyê de berfirehtir bikin, wan di Tîrmehê de hin bernivîs pêşkeş kirine û got ku li ber e ku ew di Berfanbarê de peymanên nû îmza bikin.

XS
SM
MD
LG