Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Esad Jimareke Wezîrên Xwe Diguherîne


Serokê Sûrîyê Beşar Esad hin wezîrên di kabîneya xwe de guherandin.

Ji destpêka şerê navxweyî yê Sûrîyê ve, ku heft sal in didome, Esad heta niha gelek caran wezîr guherandin.

Esad, li şûna Wezîrê Navxweyî Muhammed El Şaar, yek ji karbidestên payabilind yên îstixbaratê Muhammed Xaild Rahmun tayîn kir.

Wezareta Darayî ya Amerîka par dijî Rahmun tole ragihandibûn.

Xêncî wezîrê navxweyî, Esad wezîrên perwerdehî, karên civakî, ragihandin û endustrîyê jî guherandin.

XS
SM
MD
LG