Serokê Sûrî Başar Esed, Wezîrê Çandinîyê Riad Farid Hijab jibo pêkînana hikûmeta nû dest nîşan kir.
Îro Çarşemê Birêz Esed di gotarekê de li ser televizyona dewletê hate weşandin ew pêngav avêt û got, ew pêngavek dî ye di proseya reformên sîyasî de. Helbijartinên parlemanî li 7'ê meha Gulanê qonaxek dî ya wê proseyê bû.
Lê bizavkarên rikaberên Sûrî dibêjin, kêm xelkê deng da piştî 15 mehên serhildana dijî hukmê Başar Esed. Çi ji komelên rikaber di helbijartinên dehan salên li jêr destê Partîya Baas depişkidarî nekir.
Bizavkar dibêjin, şerên giran di navbera hêzên ewlekarîya hikumetê û rikaberîyê de li parêzgeha Laziqîyê, rojavaya Sûrîye dûh Sêşemê qewimîn.
Komela Çavdêrîya Mafê Mirovên Sûrî, bingeh li Londonê got, di wan şeran de 15 serbazên hikumetê hatin kuştin û 3 şervanên serhildayan.