Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Sûrîyê Esed: Erdogan Derheqa Serhildana li Sûrîyê Derewan Dike


Serokê Sûrîyê Beşar Esed dibêje, Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan derheqa serhildana li Sûrîyê derewan dike.

Beşar Esed di hevpeyvîneke de ku bi rojnamevanên Tirk re hatibû kirin, îdîa dike ku hem Tirkîye û hem jî Urdun “bi agir” dilîzin çimkî xirabkaran li nav axa xwe perwerde dikin.

Serokê Sûrîyê Beşar Esed, birêz Erdogan tawanbar kir ku ew bi Îsraîlê kar dike ku Sûrêyê biherifîne.

Esed herwiha got, Enqere rastxwe dibe sedem ku hemwelatîyên Sûrî werine kuştin.
Hêja yî gotinê ye, hem Tirkîye, hem jî Urdun bi sed hezaran penaberên Sûrî dihewînin.
XS
SM
MD
LG