Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mark Esper Bû Wezîrê Berevanî yê Amerîka


Civata Senatoran erka Mark Esper ya bo Wezareta Berevanîyê pejirand.

Esper bi qasî şeş meh in bi awayekî şûngir karên Wezareta Berevanîyê dimeşand.

Esper, ku li Civata Senatoran li hember 8 dengan bi 90 deng hat pejirandin, dê sond bixwe û di kabîneya Serok Donald Trump de cîh bigire.

Piştî ku James Mattis karvekişîna xwe ragihandibû Esper bûbû Wezareta Berevanîyê bûbû serkar, lê Trump li şûna wî Cîgirê Wezîrê Berevanîyê Patrich Shanahan bo wezîrîyê kiribû berbijar.

Jiber îdiayên ser tundûtûjîya malbatî yên di medya Amerîkî de, Patrick Shanavan ji berbijarîyê vekişîyabû û Esper careke din ketibû rojevê.

Esper hefteya borî pirsên senatoran bersivandibû.

Di bersivan de Esper dîyar kiribû ku ew dixwaze ku hevkarîya Amerîka û welatên din xurttir bike.

XS
SM
MD
LG