Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Esper: Emê bo Parastina Balyozxaneya Xwe Pirtir Hêz Bişînin Îraqê


Wezîrê Berevanî yê Amerîka Mark Esper îro Sêşemê got ku ewê bo parastina balyozxaneya wan li Bexda pirtir hêz bişînin Îraqê.

“Me pêngavên pêdivî avêtine ku ewlehîya hemwelatîyên Amerîkî, personela me ya leşkerî û dîplomatên me yên li Îraqê garantî bikin û mafê xwe ya xweparastina bî cîh bînin,” Esper di daxuyanîyeke nivîskî de got.

Wî bang li hikûmeta Îraqê kir ku personelên Amerîkî biparêze.

“Wekî ku li hemî welatan, em bo parastina karmendên xwe yên li Îraqê, li benda alîkarîya welatê mêvandar in. Em bang li hikûmeta Îraqê dikin ku erka xwe ya navnetewî bi cîh bîne,” Esper got.

XS
SM
MD
LG