Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Esper bo Gotûbêjkirina Rewşa Hêzên Amerîkî li Îraqê Ye


US
US

Wezîrê Berevanî yê Amerîka Mark Esper îro Çarşemê çû Bexda ku hevdîtinêan bi karbiestên Îraqî re bike û hatina hêzên Amerîkî yên ji bakurê Sûrîyê bi wî welatî re gotûbêj bike.

Pirtir ji 700 hêzên Amerîkî di nav rojên dawî de ji Sûrîyê derbazî Îraqê bûn ku berê jî 5,000 endamên leşkerîya Amerîkî li wî welatî bicîhkirî ne.

Esper got ku hêzên ji Sûrîyê hatine dê alîkarîya berevanîya Îraqê bikin û jibo operasyonên dijterorê yên li hindurê Sûrîyê werin karanîn.

Hikûmeta Îraqê nerazîbûna xwe bo hatina hêzên Amerîkî ragihandibû û gotibû ku destûr wan tuneye ku li Îraqê bimînin.

Esper li Erebistana Saudî gotibû ku leşkerên wan wê di dawîyê devegerin Amerîka.

XS
SM
MD
LG