Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Esper: Emê Hebûna Leşkerî li Sûrîyê Xurt Bikin ku Nehêlin DAIŞ Neftê Kontrol Bike


Wezîrê Berevanî yê Amerîka Mark Esper îro Înê got ku Amerîka wê hebûna xwe ya leşkerî li Sûrîyê bi hêzên zirxîn xurt bike da ku nehêle çekdarên DAIŞ'ê zevîyên neftê kontrol bikin.

“Em niha pêngavan davêjin...ku hebûna xwe li Dêrezorê xurtir bikin ku nehêlin DAIŞ bikaribe xwe bigehîne zevîyên neftê,” Esper di preskonferansê li Brukselê ji nûçegîhanan re got.

Esper da zanîn ku ewê hêzên taybet yên bi maşîneyên zirxîn yên wek tank û alavên din yên pêşketî bişînin wê herêmê.

Wî zelal nekir ku çiqas hêzên Amerîkî niha li Sûrîyê ne û û çendên din dê ji Sûrîyê re werine şandin.

Serokê Amerîka roja Pêncşemê ji ser Twitterê ragihandibû “petrol ketiye bin ewlehîyê” û “leşkerên wan ji Sûrîyê derketin û çûn welatên din.”

XS
SM
MD
LG