Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Esper: Operasyoneke Tirkîyê ya Nav Axa Bakurê Sûrîyê Nayê Pejirandin


Mark Esper

Wezîrê Berevanî yê Amerîka Mark Esper îro Sêşemê got ku operasyoneke Tirkîyê ya nav axa bakurê Sûrîyê wê neyê pejirandin û Welatên Yekbûyî yên Amerîka wê pêşî li pêngaveke yekalî bigire.

“Em bi zelalî bawer dikin ku kiryareke yekalî ya ji hêla Tirkîyê nayê qebûl kirin. Emê pêngavêke yekalî, ku wê zararê bigehîne berjewendîyên sêalî yên Amerîka, Tirkîyê û HSD’ê, asteng bikin,” Esper li Japonya ji nûçegîhanan re got.

Wî da zanîn ku ti nîyeta Amerîka tuneye ku dest ji HSD’ê berde, lê wî negot ku ewê hember êrîşeke Tirkîyê, Kurdan biparêzin.

Hêjayî bîrxistinê ye ku tîmeke ji Pentagonê çûbû Tirkîyê ku danûstandinan bi karbidestên Tirk re bike û Esper geşbînîya xwe dîyar kir ku di wan danûstandinan de rêketinek pêkan e.

Wî bal kişand ku operasyoneke Tirkîyê ya nav bakurê Sûrîyê dikare bala HSD’ê ya ji şerê dijî DAIŞ’ê rake û zîyan bigehîne hewilên berdewam yên dijî wê rêxistinê.

XS
SM
MD
LG