Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Tûnisê Essebsi di Rewşeke Xirab de li Nexweşxanê Ye


Ofîsa Seroktîya Tûnisê ragihand ku serok Beji Caid Essebsi yê 92 salî, jiber pirsgirêkên giran yên saxlemîyê, ji nexweşxaneyeke leşkerî re hate rakirin.

Yek ji şîretvanên wî Reutersê re got ku ew sax e, lê di rewişeke pir krîtîk de ye, lê wî ti hûrgilîyên din nedan.

Essebsi hefteya borî ji nexweşxanê re hatibû rakirin, lê hîngê ofîsa wî gotibû ku arîşeyeke cidî girîng tuneye.

Essebsi, piştî ku serokê berê Zeynel Abidîn Bîn Alî di 2011’an de ji desthilatê hatibû ger kirin, di sîyaseta Tûnisê de xwedîyê cîhekî giring e jiber ku wî welatê xwe ber bi demokrasyîyê biribû û rê li ber xwepêşandanên tund girtibû.

Essebsi di 2011’an wek sereokwezîr di hikûmeta veguherînê de cîh girtibû û di 2014’an de bûbû serokê Tûnisê. Wî berê jî wek wezîrê derve û seroktîya parlamana Tûnisê kiribû.

XS
SM
MD
LG