Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Etîyopya Vekişandina Ji Herêma Mekelle ya Tîgray Piştrast Dike


Serokwezîr Etîyopyayê
Serokwezîr Etîyopyayê

Serokwezîrê Etîyopyayê Abiy Ahmed îro Çarşemê piştrast kir ku artêşa Etiyopyayê ji Mekelle ya paytexta eyaleta Tîgray vekişîya ye jiber ku herem êdî ' ne navenda pevçûnên giran e.'

Ev daxuyanîya fermî yekê ya hikûmeta federal ya Etîyopya ye, piştî ku doh Sêşemê hêzên Enîya Rizgarîya Gelê Tîgray (TPLF) ragihand ku wan kontrola herêma paytext Mekelle ji sedî sed bi dest xistine.

Abiy dîyar kir ku ew herêm navendek hikûmetê bû. Navendeke jibo çavkanîyên naskirî û nenas. Lê, dema ku em derdikevin, di vê yekê de tiştek taybetî tune ji xeynî ku li wir 8,0000 kes û her wiha kesên ku mirovan talan dikin hene. Di rewşa heyî de navenda giranîya xwe winda kiriye. "

Reuters ragihand ku welatîyên heremê bi kêyfxweşîyê daketine kolanan û pîrozbahîyan pêk tînin.

Neteweyên Yekbûyî (NY) dibêje ku herî kêm 350.000 kes rûbirûyê birçîbûnê ne û her wiha 5 mîlyon kesên din jî hewceyê alîkariya xwarinê ya demûdest in.

Pevçûnên ku bi mehane didomin bû sedemê mirina bi hezaran kesan û 2 mîlyon kes ji cihê xwe koç kirine.

Pevçûnên di navbera hezên hikûmeta federal ya Etopyî û hezên TPLF - partîya desthilatdar ya berê ya eyaleta Tigray di 4'ê Mijdarê de destpê kiribûn.

Hikûmetê serokwezîr Abiy Ahmed piştî şerê nêzî mehekê ya bi TPLF re berdewam kir, di 28'ê Mijdara 2020'an de serketina xwe ragihandibû .

Ridwan Huseyîn, berpirsê hikûmeta Etîyopya yê eyaleta Tîgray, ji rojnamevanan re wiha got "Heke pêwîst be, em dikarin bi hêsanî têkevin Mekelle û kêmtirê di nav sê hefteyan de em dikarin têkevin hindûr," Huseyîn got.

XS
SM
MD
LG