Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hikûmeta Ethiopiya Îdîaya Serhildana Hêzên Tîgray Red Dike


Serokwezîrê Etîyopya Abîy Ahmed
Serokwezîrê Etîyopya Abîy Ahmed

Hikûmeta Ethiopiya îro Duşemê îdîaya hêzên eyaleta Tîgray ku leşkerên wê meheke şer dike dê karibin serhildaneke gerîla bikin, red kir.

Hevdem, dîplomatan ragihand ku tîmeke Neteweyên Yekbûyî (NY) dema ku dixwest serdana kampek penaberan bike hatine gulebaran kirin.

Serokwezîr Abîy Ahmed di daxuyanîyeke de got, "Koma tawanbar vegotinek derewîn ya ku şervan û alîgirên wê xurt û bi çekdar in, xeterîya serhildana domdar ya li çîyayên dijwar yên Tigrayê, pêşkeş dikin."

Heya niha, ji hêla Enîya Rizgarîya Gel ya Tîgray (TPLF) bersivek nehatîye dayîn.

Hêzên federal yên hikûmeta Ethiopiya, Mekelle paytexta eyaleta Tîgray ji partîya serwer ya berê ya herêmî, Enîya Rizgarîya Gel ya Tîgray (TPLF) stendin, û bidawîanîna êrişa xwe ya bo mehekê ragihandin.

Lê serokên TPLF dibêjin ku ew li eniyên cûrbecûr li dora Mekelle şer dikin. Pisporên Ethiopiya jibo serhildanek ku dibe bandorek bêaramîyê ya li dora rojhilata Afrîkayê bike, fîkarên xwe tînin ziman.

Reuters, jiber ku piranîya hêlên têkilîyê hilweşêyane û giheştina karmendên mirovahî û ragihandinê qedexeye, nikaribûye ku îdiayên alîyan piştrast bike.

Hêjayê bîrxistinê ye ku herêma Tigray yek ji 9 eyalatên Ethiopiyayê ku dikeve bakûrê welatê. Alozîyên heremî ji 9ê Îlonê vir ve berdewam dikin.

Dema ku Serokvezîrê Ethiopiya Abîy Ahmed hilbijartinên li welat ji ber pandemîya Covid-19 paşxist, herêma Tigray li dijî wê biryarê hilbijartinekê heremî pêk anî.

XS
SM
MD
LG