Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Le Monde: ETA Îro Berdana Çekan Radigihîne


Çekdarên ETA
Çekdarên ETA

Retuers’ê îro Înê ji nûçeyeke rojnameya Le Monde ya Fransa da zanîn ku çekdarên Baskî yên ETA, dê îro berdana çekan ragihînin.

Li ber e ku rêxistin hemî çekan di 8’ê Nîsanê de deyne.

Europa Press ya Îspanya dîyar kir ku jêderên hêzên li dijî terorê yên wî welatî nûçeyen çekberdanê piştrast kirine.

Wezareta Karên Hindur yê Îspanya derbarê nûçeyan nexwest ti şiroveyan bike.

ETA, ku di şerê bi deh salan dom kir de bi qasî 800 kes kuşt, di sala 2011’an de agirbesta yekalî ragihandibû.

XS
SM
MD
LG