Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Ethiopia Balafirek Dikeve û Hemî Sernişînên wê Dimirin


Li Ethiopia balafireke ku ji Addis Ababa ya paytex diçû Nairobi ket xwarê û hemî kesên li ser pişta wê jiyana xwe ji dest dan.

Balafira Boeing 737 sibeha Yekşemê li nêzîkî bajarê Bishoftu ket.

Hêlên esmanî yên Ethiopia di twîtekê got geşta 302 demjimêr 8:38ê sibehê ji firokxana Bole ya navnetewî firiya û demjimêr 8:44 sibehê pêwendî pê re qut bûn.

157 kes li ser pişta balafirê bûn, di nav de 8 endamên tîmê ajotinê bûn.

Serokwezîrê Ethiopia Abiy Ahmed di twîtekê de got:

“Nivîsîngeha serokwezîr, ji ber hikûmet û xelkê Ethiopia ve, sersaxiyê li malbatên qurbaniyan dike, ew ên ku di ketina balafira Boeing 737 de vê sibehê jiyana xwe ji dest dayî

XS
SM
MD
LG