Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bangên Navnetewî jibo Rawestandina Şer li Etopyayê Zêde Dibin


Hewldanên nû tên kirin jibo kêmkirina asta şer li Etopyayê, li vê dema ku nûnerê taybet yê Amerîkayê serdana wî welatî dike û serokê Kenyayê jî banga agirbesteke demûdest dike.

Di daxuyanîyekê de, Serokê Kenyayê Uhuru Kenyatta got ku nebûna dîyalogê di navbera alîyên şer de bûye astengek mezin. Şerê ku Mijdara 2020'an destpê kir, anku berî salekê, niha êdî digihêje ber derîyên paytexta welêt, Addis Ababa.

Hêzên Tîgray yên serhildêr di rojên dawî de çend bajarên girîng kontrol kirine û hevalbendî bi komeke din ya çekdar re kiriye. Ev pêşketin jî bûne sedema ragihandina rewşa awarte li seranserî welêt.

Billene Seyoum, berdevkê Serokwezîrê Etopyayê Abiy Ahmed, demûdest bersiva pirseke ajansa Associated Press neda, dema jê hate pirsîn ka gelo ewê serokwezîr ligel nûnerê taybet yê Amerîka Jeffrey Feltman kom bibe.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterrres do Çarşemê got ku ew ligel Abiy axivîbû da ku alîkarîya xwe pêşkêş bike jibo peydakirina rewşê bo dîyalogê da ku şer raweste.

Rêberên welatên rojhilata Afrîqayê jî banga agirbestekê kir û Yekîtîya Ewrupayê jî hişyarîya "parçebûn û nakokîyeke çekdar ya berfireh" da.

Lê heta niha hemû hewlên jibo gotûbêjan biser neketine. Hefteya borî, karmendekî Kongresa Amerîka ji Associated Press re got ku axaftin derbarê gotûbêjan hatine kirine, lê dema ku mijar dibe ser rûniştinekê di navbera serokwezîr Abiy û karbidestên payebilind yên Hêzên Tîgray de, daxwaz pir in û Abiy jî naxwaze biaxive.

XS
SM
MD
LG