Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Etîyopya Naxwaze Hezên Navdevletî Tevlî Alozîya Tigrayê Bibe


FILE - Prime Minister of Ethiopia Abiy Ahmed stands during an event honoring the national defense forces, in Addis Ababa, Nov. 17, 2020.
FILE - Prime Minister of Ethiopia Abiy Ahmed stands during an event honoring the national defense forces, in Addis Ababa, Nov. 17, 2020.

Yekîtîya Awrûpa hişyarî dide ku şera di navbera hezên leşkeri ya Etîyopyayê û hezên heremî li herema Tigrayê de aramîya rojhelata Afrîkayê dixe di bin metirsîyî de.

Ji despêka şer û pevçûnê ya 4e Mijdarê vir ve, bi sedan mirov hatine kuştin û her wiha 41.000 penaber ji rewîyane Sûdanê. Ajansên heremê radigihînin ku di şer de sîvîlan hatine armanç girtin.

Rêvebirê Danûstandinên Derveyê ya Yekîtîya Awrûpa Joseph Borell piştî civîna li gel Wezîrê Derveyê got,

“Min metirsîyên xwe li ser zedebûna alozîyan anî ziman ku ew niha bûye tundî tujîyekê etnikî ku mafê mirovan û her wiha yaseyên navnetewî yên mafê mirovan binpê dike”

Hîkûmeta Etîyopyayê heta şeva roja Çarşêmê 72 seatan waxt da bo hezên Tigrayê ku teslîm bibin. Hezên Azadîya Gelê Tigray (TPLF) ku şera heyî de peşengî dike banga hîkûmetê red kir.

Li aliyê din ve, Serokvezîrê Etîyopyayê Abiy Ahmed got şera ku niha çedibe meseleke navxweyîye û roja Çarşêmê di daxûyanîkê de got “Em nexwazin tu kesî tevlî karên mê yên hundirê bibe.”

Herema Tigray yek ji 9 eyalatên Etîyopyayê ku dikeve li bakûrê welatê. Alozîyên heremî ji 9ê Îlonê vir ve berdewam dike. Dema ku Serokvezîrê Etîyopya Abiy hilbijartinên netewîyê ji ber pandemîya Covid-19 paşxist, herema Tigray li dijî we biryarê hilbijartinekê heremî pêk anî.

XS
SM
MD
LG