Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reuters: Etihad Airways jiber Krîza Korona bi Sedan Kes ji Kar Derxistin


Hin jêderan ji Reutersê re ragihand ku fîrmaya hêlên esmanî yên Etihad Airways vê mehê bi sedan karmend ji kar derxistine.

Heman çavkanî dibêjin ku pandemîya vîrusa koronayê fîrma daye zorê ku balefiran ranekin.

Etihad Airways ya dewletê ku 20,530 karmendên wê hene, di meha Adarê da firokên rêwîngan li erdê girêdabûn û piştî mehekê jî gotibû ku wê hejmareke mezin karkeran ji kar derxistine.

Du çavkanîyan ji ajansê re got ku bi sedan xebatkar di vê mehê de ji kar hatine derxistin û hêşta jî bi rojane ew yek didome û li ber e ku pirtir kes karên xwe hinda bikin.

Berdevkekê Etihad ji Reutersê ku ji kar derxistin di çend beşên kompanîyê de çêbûne ku Etihad xwe ji vê bahoza koronayo rizgar bike.

Etihad, ku ji sala 2016'an vir ve 5,6 mîlyar dolar bezir kiriye,hewil dide ku mesrefên xwe kêmtir bike jiber ku rêwîtîya gerdûnî giheştiye asta rawestinê.

Etihad Airways ji Adarê vir ve çend firîn pêk anîne ku piranîya wan jibo bîyanîyên ku ji Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî derdikevin bûn. Kompanî dibêje ku ew çaverê ye di meha Hezîranê de jinûve dest bi firînên asayî bike.

Tevî ku sînordarkirinên girîdayî korona li cihanê hêdî hêdî tên rakirin, pispor bal dikşînin ku wê bi salan bidome ku sektora esmangerî bikaribe bizivire asta normal ya berî krîza koronayê.

XS
SM
MD
LG